Gava min welat terikand ca'min li serê xênî li min dinerî. Ca'min zanîbû ew çûyîn bêveger e. Gava min welat terikand çavên min li pişt min man. Min zanîbû ez dilê xwe sêwî dihêlim. Ez meşiyam. Her gavê li pişt xwe dizivirîm. Gav bi gav . Navbera me ciqas zêde dibû me'dê wê diqulibî. Qerînekê olan dida li nêv dilê min. Qevzên min her ku diçû giran dibûn. Destê ca'min rakirî dimeşiya. Hêsir diket ser dilê şewitî. Destê ca'min dihejiya. Rêya malê ewqas nebû. Min dixwest xelas nebe û dimeşiyam. Min li ca' xwe dinerî. Destek rakiriye bi yên din jî carî daye ber çavên xwe. Nedixwest ku bibînim. Min ew berda. Min difikirî. Gava min welat terikand çavên min li pişt min man. Destê ca'min rakirî dihejiya. Ez giham serê sikakê. Sekinîm. Diricifîm. Dilê min weke pisîkeke birçî mabû li ber deriyê insanan. Vediçinikîm. Min gîha serê sikak ê. Sekînîm. Didirçifîm. Dilemin wêk pîsekek pîrçî ma bû ber deriyê insanan. Destê ca'min rakirî sekinîbû. Wê ez winda nekiribûm. Bêyî wê ez kêm dibûm. Lezek bi min ket ez çûm heta hewara dilê min sekinî. Heta niha çavê min li pêşiya min neketin her li pey min in.
Kêliya min nivîsa te xwend 'derketiya ji welêt', helbesta Nurettin Zaza hat hişê min: "Derketî li her derê bi tenê ye!”
YanıtlaSilLê tenêtiya te hê beriya tu ji hewşa mala xwe, ji paşila ca xwe derkevî dest pê kiriye.
Ji wir derbasê Tasarê Mencêliyê Gava Heyata dibim ku dilê wî bi vegera malê çawa dikir gupegup. Her 'mal' jê'r nêzik dibû qidûm di lingên wî de nedima. Ca'kî wî jî tunebû li bendê!
Ji wir jî derbasê "dê û law"a Rênas Jiyan dibim; "wê li wir por spî kir/min li vir jîn spî kir" Ew li ser vegerê û îhtîmala nebûna vegerê "por spî dike" tu bi êşa çûyînê "jîn spî dikî".
Di dawiyê de Seyithan Kömürcü xwe digihîne hawara 'me'. Bi derbeke risteyî hemû şîroveyan pûç dike û hew. "insan dalgın bir belgedir kendisiyle hayat arasında/neden eve dönmekten ibarettir hayat"
Bi hêviya blogên din Jîn.
Dayîk afirîneriya herî delal û çak e. Herçî ca'meriv e, ew ne tenê bedeneke rasteqîn e lê ew di hembêza xwe de min û hemû raboriya min a ta roja ez welêt biterikînim dihewîne. Lewre ew paxila herî hêmin e ji bo bîra min ku dike taqeta 'belqitîna jîn'ê bi xwe re bibînim.ev yek jî sedem e ji bo ez her berê xwe li çakiya dilê xwe,ca'xwe vegerînim ku ewder jî bide mal. Ez bi hêvî me ku di rojeke asayî ya bi heyveke ron e de ezê li wê hembêza germ vegerim. Heger emr li vê çolistanê neqede. Berî çav li rê biqetin, dayê rojek tê...
YanıtlaSilNivîsa te roja ku ez ji welatê xwe derketim tînim bîra min. We dilê min bandor kir. Em li bendê ne ku nivîsên te bidomînin. .../ ji dil Rozerîn ○°
YanıtlaSil