5 Ocak 2018 Cuma

Çavên li dû



Gava min welat terikand ca'min  li serê xênî li min dinerî. Ca'min zanîbû ew çûyîn bêveger e. Gava min welat terikand çavên min li pişt min man. Min zanîbû ez dilê xwe sêwî dihêlim. Ez meşiyam. Her gavê li pişt xwe dizivirîm. Gav bi gav . Navbera me ciqas zêde dibû  me'dê wê diqulibî. Qerînekê olan dida li nêv dilê min.  Qevzên min her ku diçû giran dibûn. Destê ca'min rakirî dimeşiya. Hêsir diket ser dilê şewitî. Destê ca'min dihejiya. Rêya malê ewqas nebû. Min dixwest xelas nebe û dimeşiyam. Min li ca' xwe dinerî. Destek rakiriye bi yên din jî carî daye ber çavên xwe. Nedixwest ku bibînim. Min ew berda. Min difikirî. Gava min welat terikand çavên min li pişt min man. Destê ca'min rakirî dihejiya. Ez giham serê sikakê. Sekinîm. Diricifîm. Dilê min weke pisîkeke birçî mabû li ber deriyê insanan. Vediçinikîm. Min gîha serê sikak ê. Sekînîm. Didirçifîm. Dilemin wêk pîsekek pîrçî ma bû ber deriyê insanan. Destê ca'min rakirî sekinîbû. Wê ez winda nekiribûm. Bêyî wê ez kêm dibûm. Lezek bi min ket ez çûm heta hewara dilê min sekinî. Heta niha çavê min li pêşiya min neketin her li pey min in.